Ürün Detayları
Bu içerik KitapStore mağazası tarafından hazırlanmıştır.
Kurden Suriye'Ye / Kerim Yıldız
Kurden Suriye'ye
Geleki Jibirkiri
Kerim Yıldız / Avesta Basın Yayın
- Basım Yılı: 2009
- Sayfa Sayısı: 224
- Kağıt Türü: 3. Hm. Kağıt
- Ebat: 19,5 x 13
- Dil: Kürtçe
- Cilt Durumu: Karton Kapak
- ISBN-13: 9789944382861
Kitêba Kerîm Yildiz Kurdên Sûriyeyê: Gelekî Jibîrkirî di nav weşanên Avesta de derket.
Ev kitêb yek ji kitêbên pêşîn e ku bi karesata Kurdên Sûriyeyê dadikeve. Kurd mezintirîn mînorîte ne li Sûriyeyê û hêj jî di warê mafên mirov de tûşî gelek neheqiyên nedîtî dibin. Ligel kitêbên din ên Kerîm Yildiz -The Kurds in Iraq û The Kurds in Turkey- ev kitêb xwe dispêre tehlîlên wî yên berfireh ên sebaret bi rewşa mafên mirov ya mezintirîn grûba etnîk a bêdewlet li dinyayê.
Yildiz rewşa hevçerx a Kurdên Sûriyeyê di çarçoveya dîroka Sûriyeyê de û di wê rewşa wê ya niha de ku ji layê DYAyê ve bi dewleteke deryasayî dihê girtin vedikole. Halê hazir sedî pêncehê dahata Sûriyeyê diçe bo mesrefên leşkerî -lewre Sûriye hest bi gefa cîranên xwe li ser xwe dike û ev yek di awayê muameleya ligel mînorîteyan de diyar dibe.
Kerîm Yildizê ku di vê kitêbê de ziman perwerde dîn û dîrok jî tê de hemû rehendên jiyana kurdî lêk dide derfeteke tekane berpêş dike bo têgihiştina rewşa mafên mirov ya Kurdên Sûriyeyê.